NÛ BÛ-Li Barcelonayê Teror: 13 mirî, 50 birîndar

Di encama ajotina mînîbusekê ya bi ser peyayan ve ya li Herêma Las Rambasa turîstî ya paytext Barcelona ya Katalonyayê  de, herî kêm 13 kes mirin, 50 kes jî birîndar bûne. Polîsan kesê êrîşar binçav kirin.

Katalonya îşev bi êrîşa di saetên êvarî de qewimî hejiya. Mînîbusa ku li Herêma Las Rambas a paytext Barcelonayê bi ser peyayan ve ajot û pê lig elek kesan kirin. Hat diyarkirin ku ajokarê mînîbusê piştre ji aliyê polîsan ve hate girtin.

Polîsên Îspanyayê diyar kirin ku di bûyerê de kesek miriye, 10 jê giran 32 kes birîndar bûne. Çapemeniya herêmî jî ragihand ku hejmara miriyan weke 13’an diyar kirin.

Di daxuyaniya Wezîrê Karê Hudir de, mirina 13 kesan hate piştrastkirin. Wezîr hejmara birîndaran jî weke 50 diyar kir.

Her wiha polîsan têkildarî piştî êrîşê agahiyên 2 kesên êrîş lidar xistine ketine di nava restorantekê de jî, nerast in.

Yek ji şahidê bûyerê ku ji BBC’ê re axivî, mînîbusa ku kete herêma peyayan ji bo li gelek peyayan bixe aliyê rast û çep ajot û pê li mirovan kirin.

Ji navenda bajêr a Las Rambas a Barcelonayê heta abîdeyê Chrîstopher Colombûs a Qada Katalonyayê 1.2 km dirêj dibe. Ev der hem bi cihên kirîn û firotin û hem jî bi cihê meşrûbatê yên turîstan bûn.

Li Ewropa û DYA’yê di salên dawî de êrîşên bi wesayîtan a bi ser sivîlan zêde bûye. 14’ê Tîrmeha 2016’an di êrîşa li bajarê Nîce yê Fransayê pêk hat de 86 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Dîsa li Berlînê, 19’ê Kanûna 2016’an di êrîşa li sûka Noelê pêk hat de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.