Li Îrlandayê referandûma ku destûrê dide kurtajê ‘erê’ li pêş e

Li Îrlandayê di destûra bingehîn a hikumetê de mafê kurtajê qedexe ye, hate ragihadin ku  di referandûma  têkildarî sererastkirina mafê kurtajê de dengê erê derketiye.

Li Îrlandayê di mijara mafê kurtajê de qanûnên herî hişk hatine çêkirin, di referandûmê de ku Serokwezîr Leo Varadkar jî piştgiriyê dike dengdan qediya, li gorî encamên anketan dengê ‘erê’ 68 ji sedî ye.

Tê payîn ku encamên referandûmê îro piştî nîvro werin eşekre kirin, li gorî anketa ku ji aliyê Ipsos/MRBI ku 4 hezar hilbijêr beşdar bûne dengê hatî dayîn hate pirsîn.

Di referandûmê de ji bo guhertina madeya 8’an a destûra bingehîn destûr tê xwestin. Di vê madeyê de ‘mafêjiyanê yê  pitika ku ji dayik dibe û dayikê wekhev be’ tê parastin.

Li Îrlandayê di sala 2012’an de tevî ku metirsî li ser jiyana wê hebû Savîta Halappanavar serlêdana kurtajê hatibû redkirin û piştî demekê jiyana xwe ji dest dabû. Li ser vê bûyerê nerazîbûn hate nîşandan û di sala 2013’an de di qanûnan de guhertin hate çêkirin, ‘Di rewşa ku jiyana dayikê bikeve metirsiyê de’ destûra kurtajê hatibû dayîn.

Îrlanda yek ji welatên wiha e ku Dêra Katolîk herî bi hêz e, têkildarî encamên referandûma kurtajê wê bandora dêrê ji were gotûbêjkirin. Herî dawî di referandûma 2015’an a zewaca hemcînsan de herî zêde dengê erê hatibû dayîn.