Li Îranê vîrûsa korona belav dibe, hejmara miriyan zêde dibe

Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrûsa korona mirî bû 12 û hejmara nexweşan bû 47. Hate îdîakirin ku rejîm hejmara miriyan diveşêre.

Li eyaletên Îsfehan, Kum, Tehran, Gîllan û Mazenderan yên Îranê mirinên ji ber vîrûsa korona zêde dibe û her diçe vîrûs belav dibe.

Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Saîd Nemekî têkildarî nexweşên Covid-19 raporek pêşkêşî parlamentoyê kir û got ku hejmara kesên ji ber Covid-19 mirî bû 12 û hejmara kesên bi nexweşiyê ketine jî bûye 47.

TÊ GOTIN KU 50’Î KES MIRIN

Li Parlamentoya Îranê parlamenterê Kum Ahmed Emîrabadî îdîa kir ku li bajarê Kum tenê di nava du hefteyan de ji ber vîrûsa korona 50’î kes mirîne.

Emîrabadî li meclîsê xîtabî parlamenteran kir û got; “Li bajarê Kum di nava 2 hefteyan de ji ber Covid-19 50’î kes mirin. Wezîrê Tenduristiyê bi kêmasiye. Tenê li bajarê Kum 250 kes di qarantînayê de ne.”

MEQAMÊN FERMÎ DEREWAD

Berdevkê Hikûmeta Îranê Alî Rebîî îdîayên ku li bajarê Kum 50’î kes mirîne derewand .

Rebîî di civîna çapemenî ya li Tehranê de axivî û got; “Ji ber Covid-19 duh 4 kes mirin û hejmara miriyan bû 12. Îdîayên 50’î kes ji ber Covid-19 mirine yên li Kumê derew in û ne rast in.”

‘JI GEL TÊ VEŞARTIn’

Serokê Fakuleteya Tip a Îsfehanê Dr. Mûhammed Reza Qedir duh daxuyaniyek dabû û diyar kiribu ku rewşa li Îsfahanê ne gelek baş e. Qedir daxwaz kir ku têkildarî şewbê daxuyanî ji bo gel were dayîn û reqemên rast were dayîn lê bi fermana Nemekî dayî şewb ji gel tê veşartin. Qedir wiha domand; “Ez zanyarek im. Ez neçarim rastiyê ji gel re bêjim. Ji ber wê ji ber şewbê rewşa li Îsfahanê ne zêde başe. Di vê mijarê de heta niha tu tedbîreke cidî nehatiye girtin.”

Piştî daxuyaniya Qedir demek kurt rayedarên Îranê Îsfahan xist qarantînayê.