Li Îranê Reîsî bi ser ket: Nîvê dengderan deng bi kar neanîne

Li Îranê Serokê Berê yê Darazê Îbrahîm Reîsî bû 8’emîn Serokkomarê welat. Li welat nîvê dengdêran deng bikar neanîn.

Li Îranê li gorî daneyên fermî yên destpêkê ku hate raginadin, namzetê muhafezekar Serokê Berê yê Darazê Îbrahîm Reîsî bû 8’emîn Serokkomarê welat.

Serokê Navenda Hilbijartinê ya Wezareta Karê Hundir a Îranê Cemal Orf daxuyaniyek da çapemeniyê, ragihand ku ji 28 milyon û 600 hezar dengên hatî eşkerekirin, namzetê muhafezekaran Reîsî 17 milyon û 800 hezar, namzetê muhafazekaran Mûhsîn Rizaî jî 3 milyon û 300 hezar, namzetê reformîstan Abdunnasir Hîmmetî 2 milyon û 400 hezar û namzetê din ê muhafezekaran Emîr Huseyîn Kadizade Haşimî jî 1 milyon deng bi dest xistiye.

BOYKOT BANDORKER BÛ

Navenda Hilbijartinê ya Wezareta Karê Hundir, bikaranîna dengan a li gorî saeta herêmî 07:00’an heta 00:00’an dom bike, lê heta 02:00’an hate dirêjkirin.

Li welat ji ber vetokirina piranî namzetan hilbijêrên reformîst beşek mezin biryara boykotê da û çûna ser sindoqan pir kêm bû. Îran a xwedî 59 milyon dengdêre, tê diyarkirin ku 28 milyon kesî deng bikar anîbe.

Tê payîn ku encamên hilbijartinê wê heta saetên nîvro diyar bibin û serokkomarê 8’emîn bê diyarkirin.