Li Îranê raperina gel belavî Rojhilat bû

Li Îranê gel li dijî zama benzînê li kolanan e. Çalakî belavî bajarên mezin yên welat û Rojhilatê Kurdistanê jî bû.

Li Îranê duh zam li benzînê hatibû kirin, ji bo protestokirina zamê gel li gelek bajaran daketin qadan. Çalakî belavî paytext Trehran, Terîz û gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê bû.

Çalakî vê sibê belavî navenda eyalaeta Azarbaycan Tebrîz, navenda eyaleta Yezd Yezdê, navenda eyaleta Gîlan Reşt, paytext Tehran, bajarê Poldokter a eyaleta Loristan, bajarên Kirmanşan û Şahabz yên eyaleta Kirmanşan û bajarên Kirmanşan, Sine, Ciwanro, Îlam, Saqiz û Ûrmiye bûn.

Li gelek bajaran gel lastîkên wesayîtan şweistandin û çalakiyên protestoyê didomînin.

LI TEBRÎZÊ ÊRÎŞÎ GEL KIRIN

Diyar bû li bajarê Tebrîzê hêzên ewlehiyê û polîsên Îranê êrîşî gel kirin. li bajarên din heta niha ti êrîşekî li dijî gel nehatiye kirin.

Duh çalakî li van bajaran destpê kiribûn.

“Sircan, Meşed, Ahvaz, Mahşar, Xuramşar, Omidiye, Behbehan, Şadigan, Şuşter, Endimeşk, Geçsaran, Şiraz, Şari Kuds, Kerec, Xuramabad, Zencan, Bender Abbas, Babül, Kum, İsfehan."