Li Îranê qeza trenê: Herî kêm 21 kes mirin - HATE NÛKIRIN

Li nêzî bajarê Tabasê ku li navenda Îranê ye, trenek ji rê derket. Di qezayê de herî kêm 21 kes mirin, 43 birîndar bûn. Her wiha rewşa 5 birîndaran giran e.

Hat ragihandin ku danê siharê trena rêwiyan ya dema ji bajarê Meşhedê ber bi bajarê Yezdê ve diçû li bajarokê Tebes a nêzî Yezdê ji rêya xwe derketiye.

Ekîbên hewarî yên girêdayî xaça sor a Îranê ku çûn cihê bûyerê diyar kirin ku wan xebatên xwe yên derxistina qurbaniyan ji cihê bûyerê temam kirine.

Li gorî agahiyên ku xaça sor a qadê parvekirî di encama wê qezayê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dane û 43 kes jî birîndar bûne. Tê gotin rewşa 5 birîndaran giran e û xetereya jiyanî li ser wan heye.

Qeza li gorî wexta herêmî saet di 05:30'î de li ser rêya trenê ya navbera Meşhed û Yazdê de qewimî.

Alîkarê Serokê Saziya Rêyên Hesinî ya Komara Îslamî Mîr Hasan Mûsavî ji televîzyona dewletê re axivî û got, "Trena rêwiyan a ku 348 kes tê de bûn, li kepçeyeke nêzî şiva trenê ket, lewma ji rê derket."

Beriya vê qezayê li başûr rojavayê Îranê ji ber hilweşîna avahiyeke ku hîn nû dihate çêkirin 43 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Sala 2016'an li bakurê welêt 2 tren li hev ketibûn û ji ber şewata vê qezayê 44 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, bi dehan kes jî birîndar bûbûn.