Li Îranê protesto didomin
Li Îranê protestoyên li hemberî şertên jiyanê, gendelî û rejîmê didomin.
Li Îranê protestoyên li hemberî şertên jiyanê, gendelî û rejîmê didomin.
Li fabrîkayan û çînên din ên civakê grev û çalakî didomin. Va ye hin çalakiyên di 6’ê Sibatê de:
-Li bajarê Manşehrê hêzên rejîmê xwestin yekî bigirin. Ciwanên li wê derê bi kevir û daran bersiv dan hêzên rejîmê.
-Li Tehranê Îstasyona Kavar Şehr Besîc hate şewitandin.
-Li Malayerê şaxa navenda Banka Refahê hate şewitandin.
-Li fabrîkaya şekir a li Haft Tapehê di roja heftan de karker greva xwe didomînin. Karkeran li herêma depoyê greva xwe domandin û rê li ber barkirina torbeyên şekir girtin, beşek jê jî rijandin.
-Li Tehranê xebatkarên Kîan Tîreyê li pêşiya avahiya Sanayî û Kanê çalakiya protestoyê li dar xistin. Nêzî 400 karkerên ku ji vê fabrîqeyê teqawît bûne, heqê teqawîtbûna xwe dixwazin.
-Li bajarê Dîvandere bi dehan karkerên tora avê ya Sîazakê, heqê xwe yê 9 mehan xwestin ên ku hîç nehatiye dayîn.
-Li bajarê Rezvan Şehrê yê eyaleta Gîlanê karkerên bendava Şafarûdê heqê xwe yê heft mehan dixwazin.
-Li Tehranê ajovanên Sepîdar Posht Poûsîng Cooperatîve Companyê li pêşiya şaredariyê çalakiya xwe domandin. Ev çalakiya wan du hefte ne, didome.
-Li bajarê Reştê gel li pêşiya Saziya Caspîanê kom bûn û hêk û boyax avêtin avahiya Caspîanê û piştre girse heta pêşiya buroya walîtiyê meşiya.
-Li Tebrîzê komeke ku hêzên hewayî yên rejîmê dest danîne ser erdên wan, li bajêr çalakiyeke protestoyê li dar xistin. Rayedar 20 sal in ku daxwazên xwediyên erdan red dikin.