Li Îranê ji bo sektora petrolê hişyariyeke mezin hate kirin

Wezîrê Petrolê yê Îranê Namdar Zanganeh li dijî gefên êrîşên maddî û sîber, ji bo sektora petrolê hişyariyeke di asta bilind de da.

Wezîrê Petrolê Zanganeh peyamek weşand û got “Li hemberî gefên fîzîkî û sîber divê sektora petrolê di asta herî bilind de têkeve rewşa alarmê.”

Wezaretê li ser malpera xwe diyar kir ku divê zextên DYE’yê û şerê ekonomîk li ber çavan were girtin.

Siûdî Erebistan, DYE, Elmanya, Îngîltere û Fransa ji ber êrîşa di 14’ê Îlonê de ya li dijî petrola Siûdî Îran sûcdar dikirin. Hûsîyên Yemenê êrîş li xwe girtibûn lê welatên li rojava ji vî tiştî bawer nakin.

Wezîrê Telekomunîkasyonê yê Îranê Mûhammed Cevad Azarî Jahrûmî diyar kiribû berê li dijî Îranê êrîşên ‘sîberterorîzm’ hatine kirin. Ev êrîş bi vîrusa Stûxnetê hatibû kirin a ku DYE û Îsraîlê ew çêkiribû. Ev vîrus di sala 2010’an de xistiûn komputereke tesîsa nukleerî ya Îranê û derbeke giran li qada santrîfduj a xurtkirina ûranyûmê dabû.