Li Îranê ji ber koronavîrusê 8 kes mirin

Li Îranê ji ber koronavîrusê 8 kes mirin. Welatên cîran sînorên xwe girtin û tê diyarkirin ku belkî Tehranê têxin karantînayê.

Li Îranê hejmara kesên ji ber koronavîrusê mirine bû 8. Tê diyarkirin 43 kes nexweş ketine.

Serokê Meclîsa Şaredariya Tehranê Mûhsen Haşemî diyar kir ku heke hejmara nexweşan zêde bibe, dibe ku bajar têkeve karantînayê. Li Tehranê 8 milyon kes dijîn.

Rayedaran diyar kirin ku ji nav 31 eyaletan li 14 eyaletan dibistan, zanîngeh, zanîngeh, eywanên sînemayê û qadên din ê çandî hatine girtin.

Iraqê çûn û hatina ji Îranê qedexe kir. Tirkiyeyê jî diyar kir ku heta demeke nediyar wan çûn  û hatina li ser sînor û a rêya hewayî dane sekinandin.

Efganistanê çûn û hatina rêya bejahî û ya hewayî  ya Îranê qedexe kir.

Pakistanê jî biryar daye ku sînorê xwe yê bi Îranê bide sekinandin.