Li Îranê ji ber vîrûsa koronayê 16 kes mirin

Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê mirine bû 16. Hate diyarkirin ku di balafirekê de ya ku ji Îranê dihate Tirkiyeyê, kesekî bi koronavîrusê hatiye tespîtkirin.

Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê mirine bû 16. Tê diyarkirin ku kesên xistine bin çavdêriyê jî hejmara wan 60 derbas kiriye.

Li eyaletên cihê yên Îranê di du rojên dawîn de ji ber vîrusê 4 kesên din jî mirin û di 60 kesan de vîrus hatiye tespîtkirin. Li gorî jêderkên ne fermî hejmara mirî û kesên bi vîrus gelekî zêde ye.

Li gorî ajansa nîvfermî ya ILNA’yê di Alîkarê Wezîrê Tendirustiyê yê Îranê de jî vîrus hatiye tespîtkirin.

Balefireke ku ji Îranê dihat Tirkiyeyê jî bi gumana vîrûsa koronayê li Enqereyê daket. Hate diyarkirin ku di rêwîyekî de gumana koronavîrusê heye.