Li Îranê ji ber erdhejê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Eyaleta Hurmuzgan a Îranê bi pileyên 6,1 û 6,3 erd hejiya. Li gorî daneyên pêşîn heta niha 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 19 kes jî birîndar bûne.

Li Eyaleta Hurmuzgan a li başûrê Îranê li gorî saetên herêmî 02.02’yan, du jê bi pileya 6.1 û yek jî bi pileya 6.3, 3 caran erd hejiya. Li gorî agahiyên destpêkê 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 19 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku li herêmên Konh, Dejgan û Çah Ahmed xisarên ciddî pêk hatine.

Hate ragihandin ku piştî erdheja ewil di navbera deqîqeyekê de bi pileyên 6.1 û 6.3 li dû hev 15 caran erd hejiyaye. Erdhej li navenda rêveberiya eyaleta Hurmuzgan a Bender Abbasê jî hate hîskirin û gel derket kolanan.