Li Îranê enqaza balafira rêwiyan hate dîtin

Hat ragihandin ku enqaza balafira rêwiyan a 66 rêwî li gel personelan têde bûn a ku di dawiya hefteyê de li Îranê ketî, hat ditîn.

Di daxuyaniya ji aliyê Pastarên Şoreşa Îranê ve hatî dayin de, helîkopterekê cihê balafira ku li çiyayê Dena ketî dîtiye. Berdevkê Pastarên Şoreşê Ramazan Şerîf ji Îrîb TV re axivî û got: “Di dema xebatên lêgerîna helîkopterê ya li herêmê de, nêzî gundê Noghol yê ku 4 hezar merte bilinde enqaza balefirê hatiye ditîn.

Berpirs got, parçeyên balafirê û parçeyên rêwiyan belavî derdor bibû.

Balafira şîrketa Aseman Aaîrlînes a ku bi 66 rêwî û li gel personelan ji Tehranê rê ketî, li herêma çiyayî a bakurê rojavayê welat ketibû.

Li bendêye ku sedemê ketina balafirê piştî dîtina qutiya reş a balafirê bê zanîn, hatibû ragihandin balafir di encama bagerek a berfê de ji radarê winda bûye.