Li Îranê efûya bi şertê poşmaniyê

Serokê olî yê Îranê Ayetullah Elî Hamaney, ji ber cejna neteweyî ku nêz dibe, efû îlan kir. Lê efû bi şertê poşmanbûnê ye. 

Li gor medyaya dewletê, serokê olî yê Îranê Ayetullah Elî Hamaney, bi deh hezaran kesên ji ber xwepêşandanên protestoyî yên li Îranê hatine girtin, efû kirine. Di daxuyaniya roja Yekşemê ku televizyona dewletê da de, hat ragihandin ku efû ji ber salvegera Şoreşa Îslamê ya sala 1979’an hatiye îlankirin. Ajansa Dewletê IRNA’yê, da zanîn ku efû li xwepêşanderên çalakiyên protestoyî yên dawîn jî ketiye.

IRNA’yê her wiha da xuyakirin ku ef bi şertê poşmaniyê ye. Li gor medyayê heke girtiyan zerar nedabe malê dewletê ya jî neşewitandibe û tu sûcdariyeke taybet li ser wan nîn be efû mimkûn e. Li gor darazê şertê pêşîn, ew e ku girtî bi nivîsekê diyar bikin ku ew ji ber sûcên ku kirine poşman in û ew ê careke din nekin. Yên ji ber sîxuriyê hatibin sûcdarkirin wê neyên efûkirin. Kuştin, xisar û dayîna ber agi, ne di çarçoveya efûyê de ne.