Li Îranê derwêş û polîs bi hev ketin: Gelek kes mirin

Li Îranê di dema xwepêşandanekê de şer derket û hate ragihandin ku herî kêm 3 polîs hatine kuştin.

Endamên terîqata sûfî ya bi navê Derwêşên Gonabadî li bakurê Tehranê xwepêşandaneke protestoyî li dar xistin. Di xwepêşandanê de şer derket.

Ji berdevkên polîsan Saîd Mûntazar el Mehdî got, di xwepêşandanê de ku li bakurê paytext Tehranê hate lidarxistin herî kêm 3 polîs hatine kuştin.

Tê gotin, piştî ku hin endamên terîqatê hatin girtin, "Derwêşên Gonabadî" xwepêşandana protestoyî li dar xistin. Agahî nehat dayin bê çend endamên terîqatê di xwepêşandanê de mirine û birîndar bûne.

Rojên dawî yên sala bihurî, li dijî gendelî û buhayên zêde, her wiha li dijî polîtîkayên zordar ên rejîmê, gel çend rojan çalakî li dar xistibû.