Li Îranê şîdeta li dijî jinê her zêde dibe

Li Îranê, di nava şeş mehên dawî de herî kêm 14 hezar û 599 caran şîdet li jinê hate kirin.

Di statîstîkên fermî yên rejîma Îranê de ji bo gotina "şîdeta li dijî jinê" neyê bikaranîn, peyva "şîdeta hevser" hatiye nivîsandin. Bi vî rengî hewl tê dayin ku pêşî li qanûneke gengaz a li dijî şîdeta li jinê bê girtin.

Ji rayedarên ji karên jinan berpirsyar Reza Caferî ji ajansa nûçeyan a Îlnayê re axivî û got, "Di nava şeş mehan de, di navbera hevseran de 14 hezar û 599 bûyerên şîdetê, li dijî zarokan jî 16 hezar bûyerên şîdetê rû dan."

Ajansa nûçeyan a Îlnayê nenivîsand bê ev bîlanço ji kengî heta kengî ye.

Caferî anî ziman ku li gorî raporên heyî, 38 ji sedî yê zarokan hê di emrê dibistana seretayî ya jî emrê naçe dibistanê de ne, dibin hedefa şîdetê. 29 ji sedî yê zarokan ji aliyê fîzîkî ve tê îstîsmarkirin, 3 ji sedî îstîsmara zayendî li wan tê kirin. Cagerî got, "Malbat, ji bo rûmeta xwe ya li nava civakê biparêze bûyerên bi vî rengî ranagihînin." Caferî eşkere nekir bê çend ji zarokên dibin hedefa îstîsmar û şîdetê keç e, ken jî xort e.