Li Îranê bi dijwariya 5.9 pileyî erd hejiya

Li eyaleta Bûşehr a li başûrê Îranê, bi dijwariya 5.9 pileyî erd hejiya.

Li eyaleta Bûşehr a li başûrê Îranê, ku reaktoreke nukleerê lê ye, erdhejeke giran pêk hat.

Derdora bendergeha Gûnaveyê ku di navbera eyaletên Bûşehr û Farsê de ye, bi dijwariya 5.9 pileyî erd hejiya.

Çapemeniya Îranê ragihand ku erdhej bi 10 kîlometreyî li binê erdê pêk hatiye.

18'ê Sibatê jî li başûr rojavayê welêt bi dijwariya 5.4 pileyî bi 10 kîlometreyî li binê erdê erdhejek pêk hatibû û bûbû sedema xisara madî. Erdhejê bandoreke giran li 78 gundan kiribû, bi sedan mal hilweşiya bûn.

Agahî nehate dayin ku ji ber erdhejê tiştek bi kesî hatiye yan na.

Îran li ser xetên sîsmîk e. Rojane erdhejek diqewime.

Di Mijdara 2017'an de li wîlayeta Kirmaşanê ya li Rojhilatê Kurdistanê bi dijwariya 7.3 pileyî erd hejiya bû, 620 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Sala 2003'an li eyaleta Kermanê ya li başûrrojhilat bi dijwariya 6.6 pileyî erdhejek qewimî bû, bajarê kevnar Bam hilweşandibû û di encamê de herî kêm 31 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Erdheja herî giran a 30 salên dawî, di sala 1990'î de li bakurê welêt bi dijwariya 7.4 pileyî bû. Di encamê de 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn, nîv milyon mirov bêmal mabûn.