Li Îranê balafireke rêwiyan kete xwarê -NÛ BÛ

Balafira ku 60 rêwî û 6 personelê tê de bûn, li nêzî bajarê Semîromê kete xwarê. Hate ragihandin ku 66 kesên di balafirê de jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî medya Îranê, balafira ku 60 rêwî û 6 personel tê de bûn, ji paytext Tehranê rabû û ber bi bajarê Yasoûjê ve diçû.

Rayedaran gotin, balafira ku ji radarê derket li nêzî bajarê Semîrom ê Eyaleta Îsfahanê ketiye xwarê.

Rayedarên Îranî gotin, 66 kesên di balafirê de bûn jiyana xwe ji dest dane.