Li Îranê balafira kargo kete xwarê: Herî kêm 13 kes mirin

Li nêzî paytexta Îran Tehranê, balafireke kargo kete xwarê. Hate ragihandin, herî kêm 13 kes mirine.

Balafireke kargo ya bi tîpa Boeîng 707 li nêzî Tehranê kete xwarê. Li gorî daxuyaniya saziya hewakariyê ya Îranê, balafir dema ku dadiket qeza kiriye.

Li gorî ajansa nûçeyan a Farsê ku nêzî artêşa Îranê ye, 16 kes di balafirê de hebûn û tenê mekanîsyenek jê filitiye. Li gorî bîlançoya destpêkê herî kêm 13 kes mirine.

Ajansa nûçeyan a Tasnîmê ragihand, balafira kargo yal eşkerî goşt ji paytexta Kirgizîstan Bîşkekê dianî.

Televîzyona dewletê diyar kir, balafir ji pîstê derketiye û li avahiyekê ketiye.