Li Îranê 55 kes hatin darvekirin 107 kes jî li benda darvekirinê ne

Komeleya Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku di nava 26 rojan de 55 kes ji aliyê desthilata Îranê ve hatine darvekirin, li 107 kesan jî cezayê darvekirinê hatine birîn.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê derbarê kesên di xwepêşandanên li Îranê de hatine kuştin û darvekirinan de daxuyaniyek belav kir. Rêxistinê diyar kir ku wan nasnameya 488 kesî ku ji wan 64 zarok in eşkere kiriye. Li 107 kesan jî cezayê darvekirinê hatiye birîn.

448 KESÊN HATINE QETILKIRIN NASNAMEYA WAN DIYAR IN

Rêxistina Mafê Mirovan ragihand ku ji destpêka xwepêşandanan heya niha, karîne nasnameya 488 kesên ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin, piştrast bikin. Hate gotin ku ji wê hejmarê 64 zarok in.

107 KES LI BENDA DARVEKIRINÊ NE

Li gorî rêxistinê nasnameya 107 kesên ji ber tevlî xwepêşandanê bûne û cezayê darvekirinê bi ser wan de hatiye birîn jî, hatiye eşkerekirin.

JI SERÊ SALÊ VE 55 KES HATINE DARVEKIRIN 

Rêxistina Mafê Mirovan di daxuyaniya xwe de da zanîn ku di nava 26 rojên ji destpêka sala 2023’yan ve, herî kêm 55 kes ji aliyê desthilata Îranê ve hatine darvekirin. Rêxistinê destnîşan kir ku armanca sereke ya darvekirinan, tirsandina welatiyan e.

BÊDENGÎ DARVEKIRINÊ ZÊDE DIKE

Rêveberê Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê Mehmud Emîrî Muqedem jî da diyarkirin ku ji ber nerazîbûna ragihandinê, welatiyan û civaka navnetewî ya dijî darvekirinan nîne, desthilat Îranê xwepêşanderan bi darve dike. Mehmud bang li civaka navnetewî kir da ku dijî cezayên darvekirinê xwedî helwest bin.