Li Îranê 50 ji sedî zam li benzînê hate kirin

Li Îranê ya ku krîzeke ekonomîk heye 50 ji sedî zam li benzînê hate kirin.

Îran yek ji wan welatan e ku dewlet alîkariya sotemeniyê dide. Heta niha ev jî bi qasî 10 hezar riyal (bi qasî 8 eûro-sent) bû. Li gorî daxuyaniya Şîrketa Belavkirina Berhemên Petrolê (NIOPDC) wê êdî lître bibe 15 hezar riyal (11 euro sent) û wê mehane herî zêde karibe 60 lîtreyan bistîne. Heke ji vê lîtreyê zêdetir were stendin wê lître bibe 30 hezar riyal (22 eûro-sent).

Ji ber bihaya kêm li Îranê sotemenî zêde tê xerckirin. Li gorî ajansa nûçeyan Îrnayê, nifûsa Îranê 80 milyon e lê roja 90 milyon lître sotemenî tê xerckirin û ji ber bihaya kêm qaçaxî zêde dibe. Tê diyarkirin ku rojane 10-20 milyon lître sotemenî bi qaçaxî diçe Pakistanê. Li Tirkiye û Efganistanê jî bihayê sotemeniyê li gorî Îranê 10-20 katan zêde ye.

Ji ber zext û ambargoya DYE ya li ser Îranê qaçaxî jî zêde dibe.

Li gorî IMF’ê li Îranê enflasyon derketiye 40 ji sedî û wê aboriya Îranê îsal 9 ji sedî biçûk bibe. Mezinbûan di sala 2020’an de jî wê 0  ji sedî be.