Li Îranê 15 kesên din ji ber vîrûsa Korona mirin

Li Îranê hejmara mirovên ji ber vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dan, zêde bûn. Di nava 24 saetên dawî de 15 kes mirin. Hejmara qurbaniyan bû 107 kes.

Vîrûsa Korona ku li Çînê der bû û li gelek welatan belav bû, hîn jî dibe sedema mirina mirovan. Li Îranê di nava 24 saetên dawî de 15 kes mirin.

Berpirsyarê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê yê ji Têkiliyên Gel Berpirsyar Kiyanûş Cîhanpûr ragihand, ku hejmara mirovên li gelemperiya welêt ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan ji 92 kesî gihîştiye 107 kesî.

Sefîrê Bilind ê Îranê yê li Şamê û Wekîlê Wezîrê Karên Derve û Şêwirmendê Serokê Meclîsê Huseyîn Şeyhûlîslam jî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê, Şeyhûlîslam doh êvarê li Nexweşxaneya Mesîh Danîşver a li Tehranê ku ji ber vîrûsê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da.

GELEK PARLAMENTER BI VÎRÛSÊ KETIN

Di nava nexweşên bi vîrûsê ketine gelek parlamenter jî hene. Çend roj berê parlamenterekî Tehranê jiyana xwe ji dest dabû. Alîkarê Serokê Meclîsa Îranê Abdûrriza Misrî beriya niha rabihandibû ku 23 parlamenter bi vîrûsê ketine. Doh parlamenterekî din jî bi vîrûsê ket. Bi vî rengî hejmara parlamenterên bi vîrûsê ketin gihîşt 24 kesî.

Vîrûsa Korona li 30 ji 31 eyaletên Îranê belav bû. Vîrûs bi giranî li Tehran, Qum, Îsfahan, Merkezî, Mazenderan û Gîlanê belav bû.