Li Îranê 11 ji qurbaniyên vîrûsa Korona doktor û hemşîre ne

Eşkere bû ku 11 ji qurbaniyên vîrûsa Koronayê yên li Îranê doktor û hemşîre ne.

Şewba Koronayê li Îranê sînoran nas nake. Li Îranê, li gorî hejmarên fermî 145 kes mirin, nêzî 5 hezar kes bi vîrûsê ketine.

Eşkere bû ku 11 ji qurbaniyên vîrûsê doktor û hemşîre ne.

Doktor û hemşîreyên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan, li gorî bajar û eyaletan wiha ne:

Muhammed Muhammedi bajarê Reşdê, Muhammed Ali Rebiy eyaleta Gîlanê, Ferid Nirui bajarê Babolê, Siyamek Diwşeli bajarê Benderenzeli, Ali Şeyhmuradi bajarê Qaemşehirê, Hemid Letif Sewme bajarê Serayê, Mustafa Semedi bajarê Babolê, Reza Kuçekinşya bajarê Reştê, Nercisxan Alizade bajarê Reştê, Muhammed Wosukiya bajarê Reştê, Ramin Ezizifer Tahran.