Li Çînê lehiyên mezin radibin

Li hin herêmên li başûrê Çînê lehiyên mezin radibin. Ji ber barîna zêde, rabûna ava rûbaran gihîştiye asta herî bilind a sedsala dawîn.

Tejaneya Rûbarê Incî ku bajarên mezin Canton û Shenzen ên li ser parêzgeha Gûandongê yên gelek şirketên mezin ên teknolojiyê lê ne rû bi rûyê rîskeke zêde ye. Li vê tejaneyê gelek bajarên qerebalix hene. 

Ji cihên herî pir jê bi bandor bûn bi sed hezaran kes hatin derxistin. Wezareta Çavkaniyên Avê, ji bo Tejaneya Rûbarê Inciyê alarma bobelata lehiyan a herî mezin da. Li hin herêman av ji berê bêhtir rabûye.

Li gor hin dîmenên Shagouan ê bajarê navendî yê parêzgeha Cantonê mirov dibîne ku erebe bi temamî di bin avê de mane.  

Dikan û avahî man di dibin ava bi herî de. Li gor medyaya xwecihî, asta avê ya rûbarê Yînge yê li bakurê Cantonê bi ser asta avê ya sala 1931’î jî ketiye. 

Li gor rayedarên xwecihî, li seranserê tejanaya Rûbarê Incî, dibe ku asta avê bi ser rekora sala 1915’an bikeve. 

Li Fîjûana rojhilat û Gûanxî ya başûrê Çînê jî, vê meha Hezîranê ji berê bêhtir şilî bariya. 

Jixwe dawiya biharê û serê havînê lehî radibe, lê ji ber guherîna rewşa av û hewayê ya salên dawîn lehî yekcar zêde radibin.