Li Çînê lehî rabû: Herî kêm 19 kes mirin
Li başûrê Çînê ji ber barana zêde lehî rabû. Herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li başûrê Çînê ji ber barana zêde lehî rabû. Herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî medya Çînê, li Herêma Xweser a Guangksi Zhuang a li ser sînorê Vîetnamê, hefteyeke baraneke zêde dibare. Li herêmê 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lehiyê bandor li zêdeyî 570 hezar kesî kir.
Hate ragihandin, gelek xanî ji ber lehiyê hilweşiyane û xisareke mezin li zeviyên çandiniyê bûye.
Li herêma Guangdongê jî gelek rê û xanî ji ber barana zêde hilweşiyan. Hate ragihandin ku heft kes mirine, kesek jî winda bûye.