Li Çînê kana madenê hilweşiya: 4 kes mirin, bi dehan kes winda ne

Li rojavayê Mogolistan a Navîn ku li bakurê Çînê yê, li madeneke komirê girekî bi 180 metreyî hilweşiya.

Bûyer roja Çarşemê bi dema herêmî saet di 13:00 de qewimî. Li gorî CCTV 4 kes mirin, 6 kes birîndar bûn, 49 kes jî hîn winda ne.

Tîmên rizgarkirinê yên ji sedan kesî ber bi herêmê ve hatin şandin.

Şahidên bûyerê ji medya Çînê re axivîn û diyar kirin ku ji jorê gir, teht wergeriyan.

Karkerekî got, "Biryar hate dayin ku qad bê valakirin, lê êdî gelekî dereng bû. Gir bi temamî hilweşiya."

Têkildarî sedema hilweşînê lêpirsîn hate destpêkirin.