Li Çînê ji ber şiliya zêde 25 kesan jiyana xwe ji dest da

Ji ber şiliya zêde ya li başûrê Çînê herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest da. Şiliyê bandor li bi milyonan şêniyan kir. Welat ji ber lehiyên radibin di warê aboriyê de bi milyonan euro li zirarê ketiye.

Ji ber şiliya bi şid a hefteyên dawîn, li başûrê Çînê lehî rab û erd heziya. Gelek mal û zevî û rêyan zirar jê dît.  Rayedaran di civîna çapemeniyê ya roja Çarşemiyê de got ku vê mehê li eyaleta Hûnanê 10 kesan jiyana xwe ji dest daye û 3 kes winda bûne, 286 hezar kes hatine tehliye kirin û bi tevahî milyon û 79 kes ji karesatê bi bandor bûne.

2 hezar û heft sed xanî xera bûne ya jî bi cidî zirar dîtine û 96 hezar 160 hektar ber û behrem ji dest çûye. Li gor rayedaran, tê payîn ku zirara madî zêdeyê 4 milyar yûan (563 milyon euro) ye.

Di dawiya meha dawîn de, ji ber lehî û hezîna erdê, li eyaleta Fûjianê 8 kes, li eyaleta Yûnnanê 5 kes û li eyaleta Gûangxîyê 2 zarokan jiyana xwe ji dest daye.

Rayedarên Çînî, piştî ku havîna çûyî li eyaleta Henanê ji ber lehiyê 398 kesan jiyana xwe ji dest da ji bo vê demsalê asta alarmê bilind kirin.

Zanyar di mijara krîza av û hewayê û bandorên wê yên kujende de hişyar dike ku divê mirov tidarekên xwe zêde bike.

Ji ber germbûna cihanê li herêma Rojhilatê Asyayê ji niha ve şilî zêde bûye. Li gor daxuyaniya dawîn a Panela Guherîna Av û hewayê ya Hikûmetan, tê payîn ku şilî zêdetir bibe û hewa yekcar germ bibe. Hejmara sîklonan jî zêde bûye.

Eyaleta Zhenzhoû herî pir kesan jiyana xwe ji dest da, ne amadeyê lehiyê bû. Erkdarên eyaletê, guh neda pênc hişyariyên sor. Ji ber ava lehiyê ya ji pijiqî tûnêlên pergala metroyê ya bajêr, bi sedan kes ketin kemîne û 12 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gor Navenda Av û hewayê Navneteweyî ya Çînê, ji xeynî herêmên başûr û başûrê rojava wê başûrê Tîbetê jê bi bandor bibe.