Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li 28 herêmên Fransayê bager û lehî rabûn

Li 28 herêmên li başûrê rojava, navend û rojhilatê navenda Fransayê bager û lehî rabûn. Kesekî jiyana xwe ji dest da.

Servîsên Meteorolojiyê hişyarî dan û gotin, bager û lehgî dibe ku heta saet 21'ê bidome.

Li ser rêya li Piseux a li herêma Eureyê, kesekî 37 salî yê di wesayita xwe de bû, xeniqî. Hate gotin, ajokar kontrola wesayitê winda kiriye û piştre jî wesayit bi qulopanî ketiye nava korteke avêt.

Rayedaran her wiha li ser birûskan jî hişyarî dan. Tenê meha Gulanê 182 hezar birûskan lê dan. Rekora beriya niha 84 hezar birûsk bû ku meha Gulana 2009'an ketibû. Vê carê bi du qatan zêde bû.