Leşkerekî Emerîkî: Cara pêşî min ji karîyera xwe şerm kir

Leşkerekî hêza taybet a Emerîkî diyar kir ku ew dibe şahidê hovîtiya Tirk û got, ''Cara pêşî ye ku ji kariyera xwe şerm dikim''.

Li gorî nûçeyeke di Fox New de leşkerekî Emerîkî ku li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li qadê ye, got, ''Tirkiye tiştên ku qebûl kiriye bi cih nayîne. Pir kambax e.''

HOVÎTÎ

Leşker got Kurd li gorî hemû peymanan diçin û got, ''Li vî aliyê sînor çi gefek li ser Tirkan nebû.''

Leşkerê Emerîkî got, ''Ev dînîtiyek e'' û domand, ''Divê mîna hovîtiyekê were binavkirin nizanim lê li vir hovîtiyek tê kirin.''

KAMBAX E
Leşker got dewleta Tirk li derveyî mekanîzmaya ewlehiyê dixe, leşkerên Emerîkî ti tiştî nakin. Leşker got, ew tenê temaşe dikin.

Heman leşkerî li ser biryara Serokê DYE'yê got, ''Meselê fêhm nake. Bandorên vê fêhm nake. Erdogan îslamîstek e, aqilê wî ne li serê wî ye.''

HEYF, EM TENÊ TEMAŞE DIKIN

Leşkerê ji hêza taybet a Emerîkî got,''Heyf, em tenê temaşe dikin. Ev pir kambax e.'' Leşker her wiha diyar kir gelek DAÎŞ'iyên girtî van roj an jî heftiyên pêş dibe ku serbest bimînin, ji ber biryara bepirsên bilind ên yekîneyên Emerîkî ew hêvîşikestî bûne.