Lêpirsîn li partiya paravan a AKP’ê ya li Fransayê hate vekirin

Têkildarî serokê Komeleya Cojep û damezirînê Partiya Wekhevî û Edaletê (PEJ) Alî Gedîkoglû yê ku li Fransayê nêzî rejîma AKP’ê ye, ji aliyê dadgeha Parîsê ve lêpirsîn li wî hate vekirin.

Çar kesan û komeleya Astû li dijî Alî Gedîkoglû yê ku berpirsê tora AKP’ê yê Fransayê ye, giliyê sûc kirin. Giliyê sûc di Çileya 2017’an de li Dadgeha Asliye ya Parîsê hatibû kirin û dadgehê dest  bi lêpirsînê kir.

Serokê Komeleya Înternatîonal Cojebê Alî Gedîkoglû di 1’ê Mijdara 2016’an de li ser yoûtûbeyê dîmenek belav kiribû û gelek hemwelatiyên Fransa-Tirkiyeyê kiribû hedef û ji bo wan gotibû ‘parazît’

Di vîdeoyê de gerînendeyê Astûyê Mûharrem Koç, akademîsyen Samîm Akgonul, rojnameger û zanyarê siyasetê Ahmet Însel û gerînendeyê komeleya hevgirtina sînemayê ya Alsaceyê Farûk Gunaltay bûbû hedef. Van her çar kesan û komeleya Astûyê giliyê sûc kirin.

Alî Gedîkoglû yê 53 salî serokatiya Cojebê dike. Ev komele yek ji tora sereke ya AKP’ê ya li Fransayê organîze dike. Vê komeleyê nerazîbûn nîşanî berga kovara Le Poînt dabû ya ku ji Erdogan re gotibû ‘dîktator’ û Erdogan wekî ‘Mandelayê sedsala 21an’ pêşkêş kiribû.

Gedîkoglû di sala 2015’an de Partiya Wekhevî û Edaletê (PEJ) damezirand û malperên Medya France Tv û Medya Turk Tv vekir a ku di weşanê xwe de cih dide dijberiya li hemberî Kurd û Ermenan.