Lehiya li Belçîkayê obusên Şerê Cîhanê yê Yekem derxist holê
Lehiya dijwar a ku li herêma West Flanders a Belçîkayê rû da, obusên ji Şerê Cîhanê yê Yekem mane, derxist holê.
Lehiya dijwar a ku li herêma West Flanders a Belçîkayê rû da, obusên ji Şerê Cîhanê yê Yekem mane, derxist holê.
Li gorî medyaya Belçîkayê, ji ber baranê ax bi kûrahî şil kir û ev yek bû sedem ku gelek tiştên veşartî yên li herêmê derkevin ser rûyê erdê.
Polîsê Flamanî roja Înê wêneyê nêzîkî bîst topên ku di encama lehiyê de derketine, parve kir.
Di peyamê de ev ev tişt hat parvekirin: "Tevî ku ji sed salan zêdetir be jî, ew hîn xeternak in. Heke hûn yekê ji van bibînin, bi rêya hejamra telefonê 057 230 500 xwe bigihînin me.”
Berdevkê polîsên herêmî Glenn Verdru ji HLN’ê re got ku vedîtinên bi vî rengî li gelek deverên herêma Ypresê hatine ragihandin.
Verdru diyar kir ku leşker ji bo bidestxistina teqemeniyên hatine dîtin û ji holê rakirina xetereyê wê lêkolînê bikin.