'Lêborîn têrê nake'

Li Kanadayê, piştî ku li nêzî pansiyoneke ku ji bo zarokên xwechî dihate bikaranîn hestiyên bi sedan zarokê hate dîtin, çalakiyên bîranînê dewam dikin.

Li Kanadayê, piştî ku li cihekî nêzî pansiyona ku ji bo zarokên xwecihî dihate bikaranîn hestiyê bi sedan zarokî hate dîtin, nerazîbûn dewam dike. Li gel bîranîna zarokan, her wiha tê xwestin ku divê hesabê serdema bihurî bê dayin.

Endama bernameya lêkolîna xwecihiyan a Zanîngeha Montrealê û antropolog Marie-Pierre Bousquet ji France 24 re axivî û anî ziman ku di nava mehekê de du gorên ji hestiyên zarokên xwecihî hatin dîtin û got, "Eşkere ye ku piraniya van zarok in. Li nêzî pansiyoneke li rojhilatê Kanadayê ku zarokên xwecihî lê diman, ev gor hatin dîtin."

Li cihê ku hestî hatin dîtin, kesên jiyana xwe ji dest dane têne bîranîn. Mirov dixwazin ku neteweyên destpêkê yên li Kanadayê (Navê ku li Kanadayê li gelê xwecihî tê kirin) êdî bêne dîtin.

Bousquet diyar kir ku pansiyonên ji bo zarokên xwecihî di salên 1880'î de hatin avakirin û ya herî dawî jî sala 1996'an hate girtin. Bousquet ragihand ku ev pansiyon ji aliyê Dêra Katolîk ve dihate birêvebirin û armanca wan 'hemdemîkirina' zarokên neteweyên destpêkê bû.

Bousquet diyar kir ku dewletê bi sedan salî 150 hezar zarokên xwecihî yan jî melez ji malbatên wan hatin standin û ji bo çanda spî yıa serdest hatin asîmîlekirin. Bousquet got, "Li gorî raporeke ku sala 2015'an hate weşandin ji 4 hezar heta 6 hezar zarokî li van saziyan ji ber nexweşî, êrişên zayendî û birçîmayinê hatin kuştin."

Bousquet anî ziman ku dîtina hestiyên van zarokan di asta neteweyî de bû sedema şoqê, lê belê ev yek rewşeke ku mirov pê şoq bibe nîne, ji ber ku dihate zanîn ku zarok mirine yan jî hatine kuştin.

Sala 2008'an serokwezîrê muxafazakar Stephen Harper bi navê Kanadayê ji gelê xwecihî lêborîn xwestibû.

Sala 2015'an li ser pansiyonên navborî raporeke lêkolînê hatibû amadekirin. Serokwezîrê niha Justin Trudeau jî destnîşan kiribû ku lihevhatina bi gelê xwecihî wê bibe gava herî girîng a wezîfeya wî.

Tevî van hemûyan jî mijara pansiyonan li welêt mîna tabûyekê ye. Mijar bi ti awayî nayê axaftin, yan jî tê biçûkxistin.