Le Poîntê nivîsî bê ka çima li bara qirkirinê bêdeng in

Yek ji kovara heftane ya navdar a Fransayê Le Poînt di sernivîsa xwe de, rexne li welatên rovayî anî, bi sedema ku li gel ku Erdoğan bi rengekî vekirî gefa qirkirinê li Kurdan dixwe jî, bêdeng dimînin.

Di hijmara Le Poîntê de bi îmzeya Franz-Oliver Giesbert sernivîsek hate nivîsin, di nivîsê de hate gotin, li gel ku dewleta Tirk xwe ji qirkirineke mezin re hazir dike jî, NATO û welatên Ewropa ji ber hin berjewendiyan bêdeng dimînin.

FETWAYA BERIYA QIRKIRINA ERMENAN HATE BIBÎRXISTIN

Di sernivîsê de hate gotin Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdoğan bi leşkerên bi pere yên ku ji DAÎŞ’ê û çeteyên dî berhev kirî, dixwaze 3 milyon Kurdên li Rojava ji welatên wan derxîne û ji bo Erdoğan got, ‘’netewperestê hîsterîk’. Di nivîsê de hate gotin tekane derdê Erdoğan ew e ku otonomiya li Rojava asteng bike û ji hêla Diyanetê ve desteka li komkujiya ku wê were kirin, şibande fetvaya Şexûlîslam a di dema Qirkirina Ermenan de.

Di nivîsê de hate gotin Erdoğan dixwaze Kurdan ji cihê wan bike, Îslamiyên Ereb ê nêzî xwe dixwaze  bi cih bike û ev rewş piştî Efrînê wê li hemû Rojava dubare bibe. Di sernivîsê de tê gotin Erdoğan ji bo ku vê pêk bîne, garantî kiriye ku Îran, Rûsya, DYA û Elmanya û Fransa bi astên cuda ‘bê alî bimînin’ û bi vê jî, ji bo ku bigihije armanca xwe şertên hewce çêbûne.

FERQA ESAD Û ERDOĞAN: ESAD QIRA KURDAN NAYÎNE

Di sernivîsê de tê gotin dîrok piştî 100 salî dîsa dubare dike, ji ber sedema bombekirinan gelek kes dimirin, di dîmenan de dengê qêrînan tê lê li bara vê bêdengiyek heye. Di sernivîsê de derdorê çepgir ên li Fransayê ji bo ku bala xwe didine komkujiyên li Gutaya Rojhilat hate rexnekirin û hate gotin,  Esad li gel komkujiyan jî weke Erdoğan ne xwedî wê taybetmendiyê ye ku qirkirinê bike û Kurdan ji holê rake.

ERDOĞAN Ê DI ŞANTAJÊDE XWEDÎ PATENT E, BI PENABERAN Û INCÎRLIKÊ DITIRSÎNE

Le Poînt di sernivîsê de got, ‘’Naxwe çima Serokkomarê Tirk li hêla ‘qencan’ (dinyaya Rojava) ev çend miemeleyeke baş dibine? Çi ye,ya dike ku elîta siyasî-medyatîk a dinyayê bi rengekî sistematik çavê xwe ji komkujiyên artêşaTirk û hevalbendên wan ên Îslamî yên re digirin?’’

Di sernivîsê de hate gotin bersiva van pirsan ew e ku rejîma Erdoğan li rojava tirs ava kiriye û got, ‘’Erdoğan ê paranoyak, megaloman û di şantajê de bi patent e ditirsîne’. Di nivîsê de hate gotin Erdoğan penaberên ku bi fonên YE’yê wan wan digire, li dijî Ewropa mîna gefê bi kar tîne û got, gefên girtina Baregeha Incîrlikê jî karîger in.

MELENCHON Û HOLLANDA BÊDENGIYA XWE ŞIKANDIN

Di sernivîsa kovarê de hate gotin ên ku li dijî qirkirina Kurdan bêdeng namînin namzetê serokomariyê ê ji Partiya Çep Jean-Luc- Melenchon e û Serokkomarê Berê François Hollande ye. Di sernivîsê de hate gotin Holande beriya çen rojan li rex Kurdan helwesta xwe diyar kir û bi rengekî îronîk got,’’ rûyê Ewropayê spî kir.’’