Le monde: Gotinên nîjatperest ên Erdogan li Edîrneyê nayê bihîstin

Rojnameya Fransî Le Monde, diyar kir ku li Edîrneya ku demekê paytexta Osmaniyan bû, gotinên Erdogan ên nîjatperest li vir nayê bihîstin.

Le Monde ‘Li ser sînorê Ewropayê li dijî Erdogan muxalefetekî bi hêz xwe dide der’ nivîsan.

Le Monde bal kişand ser hilbijêrên Edîrneyê ku xwe li nava ‘çîrokên nîjatperest’ ên Erdogan ku weke ‘mêrê bi hêz’ ê Enqereyê ye nabînin û wiha nivîsand:

“Kampanyayên hilbijartinên ya 24’ê Hezîranê li paytexta berê ya Osmaniyan, bi awayekî asayî û ji rêzê tê bi rê ve birin. Li ser dîwaran afîş û mîtîng nayên kirin. Weke bajarên din wêneyên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li ser rê û navendan nîne.”

Le Monde ev bajar weke qeleya CHP’ê bi nav kir, bal kişan ku Edîrne hê zêdetir alîgirê Ewropayiyan e. Di nûçeya bi îmzeya Marîe Jego de, bal kişand ku li Edîrne û herêma wê hilbijarên bi biryar ên li dijî Erdogan hene.

Di rojnameyê îşaret bik nakokiyên navber Atîna û Enqereyê de hate kirin, hate diyarkirin ku êdî tûrîst berê xwe nadin Edîrneyê. Kolnên Sûkê yên berê û Mizgefta Mîmariya Osmanî ya Mîmar Sînan êdî vala ye, dîsa di nûçeyê de cih hate dayîna gotinên welatiyên herêmê.