Lavrov û Mogherînî li Brukselê li hev rûniştin

Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê ya ji Têkiliyên Derve û Polîtîkaya Ewlekariyê Berpirsyar Federîca Mogherînî û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ku meha Nîsanê li Moskowayê li hev rûniştibûn, duh li Brukselê hevdîtin kirin.

Federîca Mogherînî da xuyakirin, ku di her mijarê de ew bi rêveberiya Rûsyayê re ne di heman nêrînê de ne û got, pêwîste di navbera aliyan de diyalogeke mayinde hebe.

Mogherînî diyar kir ku bi Lavrov re ew li ser pirsgirêka Sûriyeyê jî axivîne û ragihand, ew piştgiriyê didin agirbesta li başûrrojavayê Sûriyeyê ku ji aliyê Rûsya, DYA û Urdunê ve hate destnîşankirin. Mogherînî got, dibe ku ev agirbest bibe destpêka berfirehkirina agirbestê li temamiya vî welatî.

Federîca Mogherînî destnîşan kir, ku danekirinên Yekîtiya Ewropa li ser rejîma Beşar Esad ferz dike, tenê 'li hemberî kesên ku di şer de berpirsyariya xwe heye' hatiye ferzkirin.

DANEKIRINÊN LI SER RÛSYAYÊ REXNE KIR

Sergey Lavrov jî da xuyakirin, ku ew destwerdana Yekîtiya Ewropayê li pirsgirêkên li qada navneteweyî fêhm dikin û îdîa kir, ku di pirsgirêka Sûriyeyê de Yekîtiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) asta mirovî bi têrkerî nanirxînin. Lavrov anî ziman, danekirin bandorê li ser pêwîstiyên bingehîn ên sivîlan, bi taybetî bandorê li se tedarikkirina dermên dike.

Sergey Lavrov her wiha danekirinên Yekîtiya Ewropayê yên ji ber şerê navxweyî yê li Ûkraynayê li ser Rûsyayê ferz kiriye bibîr xist û got, meyla sererastkirina têkiliyan heye. Lavrov anî ziman, xurtkirina hevkariya Yekîtiya Ewropa û Rûsyayê li berjewendiyên hemû aliyan tê.

Di hevdîtina Mogherînî û Lavrov de mijarên; Lîbya, pêvajoya aştiyê ya Îsraîl-Fîlîstînê, krîza navbera Qatar û welatên kendavê, peymana nukleerî ya Îranê, meseleyên Ûkrayna û Koreya Bakur hatin nirxandin.