Lagerde: Bila lîstika gokê ya Tirkiyê- Fransa betal bibe

Serokê partiya Demokrat û Yekîtiya Serbixweyan (UDI) a Fransiz Jean-Christophe Lagarde ji xwest lîstika ku îşev wê di navbeyna tîma millî ya Fransayê û Tirk de were betalkirin, ku tîma Tirk ji bo destekê bide dagirkeriya Tirk slava leşkerî dabû.

Tîma millî ya Tirk dema lîstika bi Arnawûtê de ji bo ku destekê bide artêşa Tirk a dagirker ''slava leşkerî'' dabû.

ÊN KU KUŞTINA KURDAN SLAV DIKIN..

Lagerde li ser hesabê xwe yê Twîtterê gto, ''Em nikarin wan kesên ku kuştina hevalbendên me yên Kurd slav dikin li Stadyûma Fransayê qebûl bikin''.

Her wiha hastaga #AnnulationMatchFranceTurquie (Bila lîstika Fransa û Tirkiyê betal bibe) par ve kir. Ev çend roj in li ser Twîtterê ev hastag pir tê parvekirin.

Lagerde got, ''Tîma lîstikê ya Tirk bi vê slava leşkerî sînora ku sporê ji siyasetê qut dike, rakir''.

Berpirsê çapemeniyê yê UEFA'yê Phîlîp Townsend Yekşemê bi daxuyaniyekê gotibû ew ê li ser vê tevgera lîstikên Tirk bisekinin.

JI BO KURDAN KOMBÛNA PIŞTEVANIYÊ

Lagarde ku her wiha serokê koma lêpirsînên têkilî Kurdan e, li Meclîsa Netewî, sêşemê li hêwana Theare du Gymnase ji bo piştevaniya li Kurdan kombûneke bi tevlêbûna rewşenbîr, berpirsên siyasî û komeleyan organîze dike.