Lİ G7’ê mijarên kişwer, terorîzm û Rûsyayê derketin pêş

Li Girava Sicîlya ya Italyayê, li Taormîna duh civîna G7 dest pê kir û hê jî didome. Di civînê de li gel mijarên kişwer, terorîzm, bazirganiya navnetewî  dankirinên têkildarî  Rûsyayê jî hatin axaftin.

Tê gotin di civîna G7 de ku DYE, Kanada, Brîtanya, Elmanya, Fransa, Italya û Japonya endamên wê ne, di mijara germbûna global de ti pêşketin çênebûne.

DI MIJARA KIŞWERÊ DE RÊVEBERIYA DYE’YÊ HÊ ‘ŞÊWRA NAVXWEYÎ’ DE YE

Serokwezîrê Italyayê Paolo Gentîlonî got di mijara têkoşîna dijî guherînên kişwerî de ti pêşketin nîn e. Gentîlonî got rêveberiya DYE’yê hê  ‘di nav xwe de di rewşa şewrê de ye’ û got, ‘’Welatên dî jî ev rewş dane ber xwe.  Me angajmana we ya bi Peymana Kişwerê re, ku li Parîsê hatibû qebûlkirin nû kir.’’

Di civînê de, di mijara germbûna global de Trûmp berevajî endamên G7’ê xwedî helwesteke dijber e, ji bo ku wê helwesta xwe ya têkildarî Peymana Kişwerê ya NY’yê piştî civînê diyar bike, girîng e.

LI DIJÎ BIKARHÊNERÊN KU PROPAGANDAYA TERORÎZMÊ DIKIN BANG

Di civîna G7’ê de mijara têkoşîna dijî terorê jî hate nîqaşkirin. Bi deklarasyoneke biçûk ku ji hêla 7 welatan ve hate ragihandin, bang hate kirin ku li dijî sûcên internetê û tora medya civakî tevdîr werin zêdekirin. Di deklarasyone de hate gotin li dijî weşan û parvekirinên bi propagandaya terorîzmê divê zêdetir hewldan hebin.

TRÛMP LI DIJÎ RÛSYA ALÎGIR E KU HELWESTEKE TUND WERE NÎŞANDAN!

Di civînê de dankirinên ji bo Rûsya ku ji ber sedema krîza Ukraynayê DYE û YE’yê anîbûn hate guftûgokirin. Têkildarî nermkirina dankirinên aborî û leşkerî yên ji 2014’an ve dom dikin, li gel têkiliya Trûmp a bi Rûsyayê re jî balkêş e ku xwedî helwesteke tund e.

Yek ji şêwirmendê Trûmp Gary Cohn  got berevajî nermkirina dankirinên li ser Rûsya Trûmp xwedî helwesteke ‘tund’ e.

Civîna G7 bi muzakereyên îro wê bi dawî bibe.