Kûryeyê ku sîparîşên mişteriyên xwe yên Cihû bi cih neanî hate dersînorkirin

Li Fransayê kûryeyekî şîrketa belavkirina xwarinê ya bi navê Delîveroo sîparîşên mişteriyên xwe yên Cihû bi cih neanî. Fransayê 4 meh cezayê girtîgehê lê birî û ew dersînor kir.

Wezîrê Karê Navxweyî Gerald Darmanîn li ser twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku wan cezayê girtîgehê dane kûryeyê ku nexwestiya xizmeta mişteriyên Cihû bike.

Vî kûryeyî di meha Çileyê de du caran diyar kiribû ku ew ê sîparîşên mişteriyên Cihû bi cih neyne. Ji ber vê redkirinê çar mehan cezayê girtîgehê û cezayê pere lê hatibû birîn.

Piştî ku cezayê xwe kişand, ev kûrye şandin Cezayîrê ya ku ew hemwelatiyê wê ye.