Kurdên li Qahîrê Newroz pîroz kirin

Kurdên li Qahîreya paytexta Misrê dijîn, bi şahiyekê Newroz pîroz kirin.

Kurdên ku li Qahîreya paytexta Misrê dijîn ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê şahiyek lidarxistin. Şahî bi pêxistina agirê Newrozê dest pê kir. Kurdan di şahiyê de wêneyê Kawayê Hesinkar vekirin û li dora agirê Newrozê govend gerandin.

Di şahiyê de Nûnera Meclîsa Sûriya Demokratîk a Misirê Leyla Mûsa axivî û Newroza hemû gelên bindest û berxwedêran pîroz kir. Mûsa diyar kir ku Newroz cejna hezkirin, azadî û demokrasiyê ye, Cejna Newrozê nîşaneya wekheviyê, berxwedêriyê û jiyana hevpar dide diyarkirin. Her wiha Musa got ku ew bi hêviya Cejna Newrozê ya sala bê ku piştî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji dagirkeran were rizgarkirin wê bi şahiyeke mezin pîroz bikin.

Piştî axaftinê, beşdaran li ber muzîka Kurdî govend gerandin.