Kurd li Moskovayê ji bo Ocalan ketin greva birçîbûnê

Kurdên ku li Moskovayê dijîn ji bo protestokirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê.

Li Moskovayê ya ku paytexta Federasyona Rûsyayê ye, Otonomiya Federal a Çanda Kurd a Rûsyayê, Yekîtiya Saziyên Civakî ya Kurd a Rûsyayê, Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê û Organîzasyona Jinên Kurd a Moskovayê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku ew ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê.

Di daxuyaniya çapemeniye ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li CPT û NY hate kirin. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Mexmûr û Şengalê jî hate şermezarkirin û bal hate kişandin ku dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî jî binpê kiriye.

Di çalakiyê de piştgirî ji bo çalakiya parlementera HDP’ê Leyla Guven hate diyarkirin.