Krîza Wenezuelayê li Kubayê xist

Ji ber krîza Wenezuelayê û ambargoya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) li Kubayê zad kêm bû.

Li Kubayê êdî goşt, birinc, fasolî, hêk an jî sosîs û hwd. li piyaseyê nema têne firotin. Ev rewş salên 90'î bi bîr xist. Hilweşîna Yekîtiya Sowyetan jî bûbû sedema kêmbûna zad. Hikûmet lêzimiyên sereke bi qerneyan dide.

Ji ber krîza Wenezuelayê  îthalatên petrolê yên bi subvansiyon yên ji bo Kubayê kêm bûn. Ji ber hilberandina elektrîkê Kuba mecbûrî petrolê ye. Sêka nifûsa Kubayê zadê  îthal  dimezêxe, her wha ambargoya DYE'yê ya li ser Kubayê jî hate jidandin. Van çend mehên dawî zad û lêzimiyên sereke kêm bûn.

Emerîka ku hikûmeta Kubayê tawanbar dike bi sedema ku li pişt hikûmeta Nîcolas Madûro disekine, ambargoya xwe ya li ser Kubayê ya ji 1962'an û vir ve zêdetir jidand.

DYE'yê 24'ê Nîsanê li 219 şîrketên Kubayê qedexe kir ku bi Emerîkayê re nikarin bazirganiyê bikin.