Krîza Lîbyayê: Yekîtiya Efrîkayê Tirkiye hişyar kir

Serokê Yekîtiya Efrîkayê Mûsa Fakî Mahamat, diyar kir ku muzakereya Tirkiyeyê ya li ser Lîbyayê wê rîska şer zêdetir bike.

Serokê Yekîtiya Efrîkayê Mahamat daxuyaniyek nivîskî weşand û got ku “Ji ber ku rewşa Lîbyayê xerab dibe û êşa gelê Lîbyayê zêde dibe, em bi fikar in.

Gefên mudaxelekirinê yên siyasî û leşkerî yên li dijî karên me yên navxweyî rîska şer zêdetir dike. Heke çareseriyeke aştiyane pêk neyê, ew ê encamên xerab pêk werin.”

Yekîtiya Efrîkayê di sala 2002’an de li bajarê Dûrbanê yê Efrîkaya Başûr hate avakirin. Ji xeynî Somalîland a ku bi navê dewletbûnê nehatiye naskirin, hemû welatên Efrîkayê endamên vê yekîtiyê ne. 55 endamên vê yekîtiyê heye.

Parlementoya Tirk a di bin kontrola AKP’ê de roja Pêncşemê diyar kir, ew dikarin leşkeran bişînin Lîbyayê. Dewleta Tirk di dawiya meha Mijdarê de ji bo ku yekîtiya leşkerî ya bi hikumeta Îslamî ya li Trablûsê zêde bike û sînorên xwe yên behrê zêde bikin, du peyman îmze kiribûn.

Gelek welatên cîran û hêzên navneteweyî nerazîbûn nîşanî van peymanan dide. Yewnanistan, Kibris, Misir û Îsraîlê nerazîbûn nîşanî vê peymanê dan. Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî jî derbarê îxtîmala ku Tirkiye mudaxeleyê bike, Tirkiye hişyar kir. NY xwest ku bila Tirkiye li gorî ambargoya çekan tevbigere. General Halîfe Haftarê ku rojhilatê Lîbyayê di bin kontrola wî de ye, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk banga ‘seferberî’ û ‘cîhanê’ kir.