Heftar li dijî dagirkeriya Tirk banga 'seferberî' û 'cîhadê' kir

Xelîfe Heftar ku rojhilatê Libyayê di dest xwe de digire, li dijî destweraneke pêkan a leşkerî ya Tirk bang li gel kir ku rahêje çekan.

Xelîf Heftar, şefê Artêşa Netewî ya Libyayê di televiyona El Hedatê de axivî, li dijî destwerdana leşkerî ya Tirk a bi mebesta desteka li Hikûmeta Yekîtiya Netewî ya bi navenda Trablûsê, banga 'seferberî' û 'cîhadê' kir.

Heftar bang kir û got, ''Mêr û jin, leşker û sivîl, hemû Libyayî ji bo parastina xak û şerefa xwe rahêjin çekan''.

Heftar got, ''Dijmin ji bo ku Libyayê dagir bike û gelê me bike kole heza xwe dide ser hev'' û bi gotina, ''Di nav wan kesan de ku îxanetê dikin hin kes hene ku bi wan re (Tirkiye) peymana teslîmbûn, kêmkirin û hetîketiyê datînni'' û amaje bi Hikûmeta Yekîtiya Netewî kir.

Parlamentoya Tirk a bi kontrola AKP'ê Pêrşemê destûr da ku leşkeran bişînin Libyayê. Dewleta Tirk meha Mijdarê peyameneke du alî danîbû, bi hikûmeta Îslamî ya Trablûsê re ji bo hevkariya leşkerî zêde bike û sînorên deryayê diyar bikin.