Krîza li Îranê kûr dibe: Parlamento wê lêpirsîna Rûhanî bike

Pêşniyarpirsa di derbarê Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî de ku ji hêla 80 parlementeran ve hatibû dayîn, wê roja Sêşemê bê bikeve rojeva meclîsê. Parlementer wê Rûhanî lêpirsîn bikin. 

Di derbarê Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî de ku weke berpirsyarê krîza aborî ya li Îranê tê dîtin, hefteya bihurî pêşniyarpirsek hatbû dayîn. 

Roja Sêşemê wê ev pêşniyarpirsa di derbarê Rûhanî de bê rojeva meclîsê û Rûhanî bersiva pirsên parlementeran bide. 

Endamê dîwana serokatiya meclîsa Îranê Ekber Rancbarzade, di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got; "Serokkomar Rûhanî, ji bo bersiva pirsên parlamenteran bide wê saet 8:00’ê sibê li Meclîsa Şewra Îslamî amade be."

Li Îranê di demên dawî de qeyrana aborî kûrtir bû. Ji ber qeyrana aborî û erzanbûna perê îranê ya li beramberî dolar 26’ê Tebaxê Meclîs civiyabû û wezîrê aborî û maliyeyê Mesud Kerbasiyan ji erkê xistibû. Wezîrê xebatê yê Îranê Elî Rebîi jî 8’ê Tebaxê di dengdayînekê dengdana pêbaweriyê negirtibû ji erkê hatibû dûrxistin.