Kremlîn hewl dide ‘Li dijî gefa NATO'yê’ tedbîran bigire

Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov ji ajansên Rûsî re axivî û got ku Rûsya “Li dijî gefên cidî yên NATO’yê’ wê tedbîran bigire.

Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov ji ajansên Rûsî re axivî, anî ziman ku Rûsya “Li dijî gefên cidî yên NATO’yê” wê tedbîran bigre. Peskov di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: "Divê em biryarên hatin girtin, nîqaşên hatin kirin û metna deklerasyona ku di civîna roja Çarşemê li Washingtonê hat kirin bi baldarî analîz bikin. Ev ji bo ewlehiya neteweyî gefeke pir cidî ye."

Berdevkê Kremlînê wiha berdewam kir: “Ji bo NATO’yê di bin kontrolê de bigirin wê hewl bidin ku me neçarî girtina tedbîrên bibandor, koordîneyî û baş hatine fikirîn bikin.”

Berdevka Serokdewletê Rûsyayê têkildarî “tedbîran” wê kengê bên girtin û cewherê wan çawa be, agahî neda.

Tifaqa Atlantîkê roja Çarşemê bi hinceta şerê ku Rûsyayê di Sibata 2022’yan de li dijî Ûkraynayê dabû destpêkirin, piştgiriya leşkerî û darayî ya bi rojava re zêde kir 

Endamên NATO’yê li dijî êrîşên rojane yên artêşa Rûsyayê, soza ku wê balafirên F-16 û bataryayên ezmanî dibin Kîevê dan.

Endamên NATO'yê ragihandin ku Ûkrayna ji bo bibe endamê wan “Li ser rêya jêveneger” de ye û ev yek wê sînorek nû di navbera Rûsya û Tifaqê de çêbike.

Dmîtriy Peskov wiha axivî: "Me ji destpêkê ve got ku berfirehbûna NATO'yê ya li Ûkraynayê ji bo me xeteriyeke ku nayê qebûlkirine. Niha em dibînin ku NATO’yê belgeyeke ku wê teqez Ûkraynayê bike endamê xwe qebûl kiriye.”