Koreya Bakur: Soza li ser mijara nukleerê hîn derbasdar e

Lîderê Koreya Bakur diyar kir ku soza wan a ji bo paqijbûna ji nukleerê hîn derbasdar e.

Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un doh bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re rûnişt. Daxuyaniya Jong-un a li ser mijara nukleerê ji aliyê ajansa nûçeyan a fermî KCNA ve hate ragihandin.

Li gorî nûçeya ajansê, Kim Jong-un dibêje, "Daxwaza Komara Demokratîk a Koreyê ya ji bo paqijkirina nîvgirava Koreyê ji nukleerê neguheriye, ev daxwaz hevgirtî û misoger e."

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) paqijbûna Koreya Bakur ji nukleerê û dawîanîna bernameya fuzeyên balîstîk weke şertên destpêkê yên danûstandinên her du aliyan destnîşan kiribû. Dihate plankirin ku Kim Jong-un û Serokê DYA Donald Trump 12'ê Hezîrnê il Sîngapûrê li hev rûnên, lê hevdîtin hefteya bihurî ji aliyê Trump ve hate betalkirin. Nayê zanîn bê hevdîtin pêk were yan na.

Rayedarên DYA'yî û Koreya Bakur, danûstandinên li ser vê mijarê li herêma navbera her du Koreyan ku leşker lê nînin, didomînin.