Koreya Bakur moşeka balistîk a bi mesafeya navincî avêt

Rayedarên Amerîkî gotin, Koreya Bakur moşeka balîstîk a bi mesafeya navincî avêt.

Daxuyanî ji hêla rayedarekî Qesra Spî ve hate dayin ku duh bi Serokdewletê DYA'yê Donald Trûmp re çûbû serdana Erebîstana Siûdî.

Rayedar diyar kir, Koreya Bakur roja Yekşemê moşeke balistîk a bi mesafeya navincî ceribandiye. Her wiha beriya bi hefteyekê jî hatibû ceribandin.

Beriya niha rayedarên Wezareta Berevaniyê yên Koreya Başûr diyar kiribûn ku cismekî ku nayê zanîn bê ka çiye ji Koreya Bakur hatiye avêtin.

Rageşiya li nîvgirava Koreyê di nav hefteyên dawî de zêde bûye. Ev rageşî zêdetir ji hev nexwarina DYA û Koreya Bakur xwe nîşan dide.

Koreya Bakur di nav wê çarçoweyê de ku ji bo dabînkirina moşekên balîstîk ên di navbera parzemînan de, yên bi serikên nukleer ku bikaribe li DYA'yê bixîne, ji destpêka sala 2016’an ve sê caran moşeka balîstîk ceribandiye û her wiha gelek moşekên din jî ceribandin.

Tê diyarkirin, ceribandina hefteya berê ya bi moşeka "’Hwasong-12" xwedî menzîleke wiha ya nedîtî ye.

Koreya Bakur ji mêj ve ye xwedî çekên wiha ye ku dikare li Koreya Başûr û Janponyayê bixe. Di destê Pyongyang de moşekên Scûd ên bi menzîla 500 kîlometreyî hene ku dikare li Koreya Başûr bixe. Bi menzîla 3 hezar kîlometreyî, bi moşekên Rodongê dikare li Japonya bixe. Lê tê texmînkirin moşeka Hwasong-12 ku hefteya berê hatibû ceribandin bi menzîla 4.500 kîlometreyî ye. Bi vê moşekê dikare xwe bigihîne Girava Guam a li Pasîfîkê ya DYA'yê.

Serokê DYA'yê Trûmp diyar kiribû li dijî Koreya Bakur bijarteya leşkerî jî di nav de hemû bijarte li ser masê ne. Trûmp li gel vê jî diyar kiribû ku ew dikarin bi lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-Un re rûne.