Koreya Bakur li 'lîsteya piştevanên terorîzmê' hate bicihkirin

Serokê DYA Trûmp ku bi mehan e daxuyaniyên Tirk li dijî Koreya Bakur dide, ragihand ku ev welat li 'lîsteya welatên destekê didin terorîzmê' hatiye bicihkirin.

Biryara ku wê rê li ber pêkanînên tund ên li dijî Koreya Bakur veke, ji aliyê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ve hate eşkerekirin.

Donald Trûmp li Qesra Spî ji rojnamevanan re axivî û îdîa kir ku 'Koreya Bakur bi rêya bernameya xwe ya nuklerî gefê li cîhanê dixwe û destekê dide terorîzma navneteweyî'. Trûmp her wiha îdîa kir ku Koreya Bakur li derveyî welat sûîqestan jî dike. Birayê Kîm Jong Ûn meha Sibatê li balafirgeha Malezyayê bi jehrê hatibû kuştin.

Piştî biryara dawî ya Trûmp, tê payin ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê îro pêkanînên nû li ser Koreya Bakur eşkere bike. Trûmp got, bi biryara girtî re wê li ser rêveberiya Koreya Bakur û kesên destekê didin wê, pêkanînên îzolekirinê ferz bikin.

Koreya Bakur di sala dawî de gelek fuzeyên ji parzemînekê digihêje parzemîneke din ceriband. Îstîxbarata Koreya Başûr duh ragihand ku Koreya Bakur xwe ji bo hin testên din amade dike.