Koreya Bakur ji Emerîkayê re got em ji her cure şer re amade ne

Rêveberiya Koreya Bakur a ku ji ber ceribandinên fuzeyên balîstîk Emerîka wê ji xwe re dike armanc vê carê jî got ku, “em ji her cure şerî re amade ne”.

Rêveberiya Pyongyangê ya ku di demên dawî de Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp wan ji xwe re dike armanc daxuyanî da û diyar kir ku, em ê bertekan bidin her cure erîşan.
Kîm In Ryong ê ku balyozê Koreya Bakur ê di Neteweyên Yekbûyî de ye got ku, “Heke DYE bixwaze çalakiyên leşkerî bike wê Komara Gel a Demokratîk a Koreyê bertekê bide her cure şerê bi DYE’yê re.”
Ligel ku Neteweyên Yekbûyî têkildarî ceribandinên fuzeyên nukleerî biryar li ser Koreya Bakur stendibû jî DYE’yê di demên dawîn de hişyarî dida rêveberiya Koreya Bakur. Herî dawîn Serokê DYE’yê Donald Trûmp gotibû ku, heke Çîn bi riya aştiyê pêkutiyê neke em ê ‘tena serê xwe têkevin nav hewldanan.’