Koreya Bakur îdîayên ‘teqwiyeya leşkeran a ji bo Moskowayê’ derewand

Koreya Bakur teqwiyeya leşkeran a ji bo Rûsyayê, derewand. Nûnerekî Pyongyang ê di nava Neteweyên Yekbûyî (NY) de, ji bo îdîaya Koreya Başûr got, “gotineke bêbingeh e.”

Roja Duşemê di saetên dereng de li New Yorkê rûniştina Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hate lidarxistin. Nûnerekî ji Koreya Bakur got: “Di mijara qaşo vê hevkariya leşkerî ya bi Rûsyayê re de, şandeya min pêwîstî pê nabîne ku têkildarî van gotinên bêbingeh şîroveyê bike.”

Nûnerê ji Koreya Bakur, têkildarî îdîayên Koreya Başûr wiha got: “Dixwazin îmaja Komara Gel a Demokratîk a Koreyê qirêj bikin û têkîliyên rewa, dostane û hevkariya di navbera her du dewletên desthilatdar de xira bikin.”

Wezareta Karên Derve ya Koreya Başûr jî piştî îdîaya ku Pyongyang di şerê li dijî Ukraynayê de ji bo alîkariya Moskowayê leşker şandine, bang li Sefîrê xwe yê Bilind ê li Seul a Rûsyayê kir ku daxwaz bike ev leşker “demildest” bên vekişandin.

ÎDÎAYA 12 HEZAR LEŞKERAN

Teşkîlata îstixbaratê ya Koreya Başûr roja Îniyê daxuyanî dabû û îdîa kiribû ku nêzî 1.500 leşkerên hêzên taybet ên Koreya Bakur li Rûsyayê ne û wê di demek nêz de biçin çeper. Teşkîlatê diyar kiribû ku Koreya Bakur wê nêzî 12.000 leşkeran bişîne.