Koreya Bakur guh nade zext û mudaxeleya leşkerî!

Şîroveyên wisa tên kirin ku zextên Çînê û tehdîda mudaxeleya leşkerî ya DYA’yê wê rêveberiya Pyongyang nede sekinandin.

Rêveberiya Koreya Bakur diyar kiribû ku ceribandina fuzeyên ji parzemînan diavêje parzemînên din dike û di vê salê de ev ceribandina wan a duyemîn e.

Hatibû ragihandin ku ji ber van ceribandinan DYA, Koreya Başûr û Japonyayê civînên lezgîn li dar xistine. Serokê DYA’yê Donald Trûmp Komara Gel a Çînê sûcdar kiribû.

ÇÎN: JI BO ÇARESERIYA HEVPAR DIVÊ HEWLDAN WERIN KIRIN

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Çînê de hat diyarkirin, ne rast e ku ew ji ceribandinên Koreya Bakur berpirsyar werin dîtin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê çareseriyeke hevpar were kirin.

Rêveberiya DYA’yê dixwaze zetên Neteweyên Yekbûyî yên li ser Koreya Bakur ji aliyê Çînê jî bi awayekî tund werin kirin.

KOREYA BAKUR GUH NADE TEHDÎDAN

Li gorî şîroveya rojnameya Global Tîmes a li Çînê hatibû destnîşankirin ku Koreya Bakur guh nade mudaxeleya leşkerî ya ji aliyê Çîn û DYA’yê were kirin.

Li gorî şîroveyeke ajansa fermî ya Çînê Xînhûayê jî Çîn dixwaze hevsengekê çêbike û Çîn him dixwaze bazirganiya bi DYA’yê re û him jî dixwaze aştiya li Koreyê biparêze.